Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Dibêje Putin Guh Nade Danûstandinên Ser Aştîyê


Wezîra Derve ya Almanya Annalena Baerbock îro Înê got ku Serokê Rûsya Vladimir Putin guh nade danûstandinên ser aştîyê.

Baerbock dîyar kir ku Putin naxwaze bi Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz re ser aştîya li Ukrayna biaxife.

‘’Ukrayna jibo aştîyeke adil hazir e.’’ Baerbock got û Putin jiber redkirina danûstandinên ser aştîyê rexne kir.

Wê got ku Putin qebûlkirina aştîyê red dike û her roj ser şer û hilweşandinê sînyalên nû dişîne.

Çaverê ye ku Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro li Berlînê bi Scholz re bicive.

Zelenskyy ser piştgirîya jibo Kîevê bi rêberên Ewrupî re danûstandinan dike.

Rûsya Sibata 2022'yan dest bi dagirkirina Ukrayna kir û di demên dawî de her du alîyên êrîşên dronî yên dijî hevdu berfireh kirine.

XS
SM
MD
LG