Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Aykoç: Di Êrîşên Çekdarî da li Almanya Kurdên Kuştî Û Birîndar Hene


Fêrgîn Melîk Aykoç Mamoste û Nivîskar li Almanya
Fêrgîn Melîk Aykoç Mamoste û Nivîskar li Almanya

Şeva derbazbûyî dewrûberên demjimêr 10:00 şevê, kesek tê goman kirin rastgirê radîkal yê Alman be (Naziyên Nû) êrîşa çekdarî li dij Şîşe Barekê (Nargîl)ê li bajarê Hanau û taxê Kesselstadt yê nêzîkî Frankfurt pêkanî di encam da 11 kes hatin kuştin.

Çavkaniyên polîs û şaredariya Hanau dane zanîn ku di êrîşa ser Şîşe Bara li Hanau 8 kes hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bûne, herwiha heman kes êrîş birîye ser qehwexaneke din ku yek kîlometir ji Hanau dûre li wir jî kesek kuştî ye û hejmarek birîndar bûne.

Piştî bûyer pêkhatî, polîs diçe derdorên mala êrîşkar, lê êrîşkar yekser diya xwe dikuje û şûnda xwe jî dikûje. Di nava kuştiyan da, kesên ji nasnameyên cûda hene.

Momoste û Nivîskarê Kurd Fêrgîn Melik Aykoç ku li herêmeke nêzîk bajarokê Hanau dijî li Almanya, li ser bûyerê axivî û da zanîn, ku heta niha hatîye zanîn du Kurd di wê êrîşê da hatine kuştin, herdu jî xort in. Yek ji wan ji malbateke welatparêz ya gundê Salihîn yê Mîdyatê ye û kesê din jî, ji esil da ji herêma Agirî ya başûrê rojhilatê Tirkîyê ye.

Fergin Melik Aykoç
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:56 0:00


XS
SM
MD
LG