Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Tirk Biryara Berdana Ahmet Altan û Nazli Ilicak Da


Dadgeheke Tirk, di jinûve darizandinê de, îro Duşemê biryar da ku rojnamevan Ahmet Altan û Nazli Ilicak, jiber dema ku ew li zindanê mane, werin berdan.

Dadgehê berê cezayê bi dirêjîya jînê li wan her di rojnamevanan birîbû, bi sedema ku wan alîkarîya tora Fethullah Gulen kirine ku Enqerê wî bi plankarîya darbeya leşkerî tawanbar dike.

Altan û Ilicak îdayên hember xwe bi pêgirî red kiribûn.

Dadgehê ji heman dozê herwiha birayê Ahmet, Mehmet Altan jî, paqij kir, bi sedema tunebûna delîlên dijî wî.

Mehmet Altan berê jî girtîgehê hatibû derxistin.

XS
SM
MD
LG