Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê bo Çêkirina Tankên Altay Peymanek bi BMC re Îmza Kir


Hikûmeta Tirkîyê bo bi girseyî çêkirina tankên Altay ya dîzayna Tirkî, îro Înê peymanek bi kompanya BMC îmza kir.

Tirkîye di salên dawî de hewil dide ku sektora berevanî xurt bike û tank, helîkopterên şerker û pêdivîyên leşkerî bi xwe ava bike.

Li gor peymanê, BMC dê destpêkê de 40 tankên Altay çêke û di nav 18 mehan de pêşkêşî hikûmetê bike. Dû re, 210 tankên din dê werin çêkirin.

Karbidestên Tirk ku di merasîma îmzakirinê de amade bûn, pirsa Reutersê ya buhayê peymanê bê bersîv hiştin.

Bilî BMC, kompanîyên wek Roketsan, Aselsan, MKE û Havelsan jî di nav vê projeyê de cîh digirin.

BMC di meha Hezîranê de jî hikûmetê peymanek îmza kiribû ku motoreke dîzel û sîstemên din yên tankên Altay ava bike.

Tevî ku serokê BMC Ethem Sancak got ku şîrketeke bîyanî dê xizmetên şêwirmendî bide BMC, wî ti hurgilîyên din nedan, lê bi kompanîya Alman Rheinmetall re hevkarî dike.

XS
SM
MD
LG