Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokên Amerîkî Dest bi Avêtina Alîkariyên Mirovahî Bo Gazayê Dikin


Gaza: Avêtina alîkariyên mirovahî bo rûniştvanên Kerta Gazayê
Gaza: Avêtina alîkariyên mirovahî bo rûniştvanên Kerta Gazayê

Roja Şemiyê bo cara yekê hêzên esmanî yên Amerîka bi firokeyên leşkerî dest bi avêtina xwarin û alîkariyên mirovahî yên pêdivî bo Gazayê kir.

Ev pêngav rojekê piştî daxuyaniya Serokê Amerîka Joe Biden hat ku ewê leşkerên Amerîka alîkaiyên mirovhaî bigihînin xelkê pêdivî li Gazayê.

Li gorî Fermandarîya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM), di hewildanek hevbeş de ligel Hêza Hewayî yên Qraliyeta Urdunê, firokeyên barhilgir yên Amerîkî C-130 dora 38,000 danên xwarin û pêdiviyên lezgîn avêtin ser peravên Gazayê.

Beşekî daxuyaniya CENTCOM'ê ku di X'ê de weşandiye dibêje,

"Fermandarîya Navendî ya Amerîka û Hêza Hewayî ya Melekîya Urdunê di 2ê Adara 2024'an de, di navbera saet 15:00 û 17:00'ê êvarê de, bi hev re alîkarîya mirovahî ber bi Gazayê ve avêtin. Da ku alîkariya bingehîn bigehînin sivîlên ku bandora berdewemaiya şer li ser wan heye."

Li aliyek din Du karbidestên Amerîkî ji Reuters'ê re gotin ku artêşa Amerîkî roja Şemiyê dest bi avêtina yekem ya alîkariyên mirovahî bo Gazayê kir.

Her du karbidestên ku ji Reuters'ê re nexwest navên xwe eşkere bikin, zêde kirin û gotin ku avêtina alîkariyan ji esman bi rêya sê firokeyên C-130 pêk hat.

Yek ji wan got ku zêdetirî 35,000 danên xwarinê hatine avêtin.

Qesra Spî roja Înê ragihand ku Amerîka bi Îsraîlî re li ser mijara şandina alîkariyê ji bo Kerta Gazayê axiviye.

Berdevkê Qesra Spî John Kirby diyar kir ku yekem alîkariya ku dê ji bo Gaza were avêtin dê xwarin be û diyar kir ku "Dê zêdetirî 1 firokeyên Amerîkayê jibo avêtina alîkariyan dê beşdar bin."

Jêder: Reuters/CENTCOM/Forbes

XS
SM
MD
LG