Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amazon li Amerîka Serdanên Pizîşkî yên Dîtbar li Klinîka Xwe Zêde Dike


Amazon li her 50 eyaletên Amerîkî serdanên pizişkî yên bi vîdyoyê li klînîka xwe ya virtual zêde dike, ku di payîza borî de dest pê kiribû, Amazon ev kampaniya mezin xebatên xwe yên pizîşkî û tenduristiyê zêde tir kiriye piştî COVID-19.

Amazon di roja Sêşemê de got ku kiryarên wê dikarin her dem serdana klînîka wê ya virtual (Dîtbar) bikin bi rêka malperê an sepana Amazon-ê û ew dikarin nirx û demên bersivê bidin ber hev berî ku dixtorên xwe bibîn û yan dermanan bipijirînin.

Klînîka Amazonê, ku bîma tenduristiyê qebûl nake,di payîza borî de destpê kir bi baldarî li ser şêwirdariyên tenduristiyê yên bi rêka peyamên nivîsê dihatin şandin , ku hîna li 34 eyaletan berdest in.

Guhdana tenduristiya virtual, an Telemedicine, di dema pandemiya COVID-19 de belav bû. Ew wekî rêyek asan û parastî bû ji pêwendiyên bi pizîşk re bê serdana klînîkê rasterast ji bo nexweşiyên sivik û kêşeyên tenduristiyê ku ji dûr ve dikarin çareser bibin.

Amazon dibêje ku klînîka wê guhdanê bi zêdetirî ji 30 pirsgirêkên tenduristiyê yên giştî dike. Di nav wan de nexweşiya bêrkên poz, pizikên xortaniyê, COVID-19 û rtirşayiya ser mi’idê Klînîk di heman demê de ji bo nexweşiya tevgerê, alerjiyên demsalî û hin pirsgiîkên tenduristiya seksî jî û di heman demê de kontrola afsbûnê û kêşeyên wê peyda dike.

Karmendê pizîşkî yê Sereke di Amazonê de Dr. Nworah Ayogu dibêje:
"Wekî pizîşk, min ji zû ve dît ku nexweş dixwazin tendurist bin lê dem, amûr, an çavkaniyên guhdanê bi wan tuneye ku xwe birêve bibin,".

Amazon got ku şêwirdariya bi rêka peyaman li dora 35 $ digre lê ku serdanên vîdyoyê be ew 75 $ digre.
Ev nirxa ji yê gelek klinîkan kêmtire û erzantir tê ku piraniya wan li nêzî 100$ ye.

Zêdebarî ku serdanên virtual dikarin peydakirina alîkariyê baştir bikin, hin pizîşk ditirsin ku ew di heman demê de bibin sedema lawaziya şopandina tenduristiya giştî ya nexweşan û her wiha jî metirsiya belavkirina zanyariyên wan.

Amazon dermanan ji Dermanxaneya Amazonê bo nexweşan amade dike.

Di vê salê de Amazon di bin serpereştiya Andy Jassy karîbû kampaniya One Medical bikire bi 3.0 milyar dolar, ku wê gelek karê guhdana tenduristiyê dikir û xwediyê 815,000 karmend û 214 ofîsên pizîşkî di zêdetirî ji 20 bazaran de hebû.

Jêder VOA

XS
SM
MD
LG