Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

"Hello Washington" Pirsgirêkên Herêmên Kurdan li Tirkiyê Dinirxîne


Hello Washington
Hello Washington

Piştî derbeya leşkerî li havîna bûrî li Tirkiyê pêkhat, rewşa awarte li piraniya herêmên wî welatî hat ragihandin, bi taybet li herêmên Kurdan ku berîya derbeya leşkerî ew bixwe rewşek aloz li wan herêman bû.

IHD'ê, Komela mafên mirovan li Amed'ê, doh daxûyaniyek da û got ku, li 102 gûnd û bajarên Kurdan rewşa awarte û qedexe tên berdewam kirin.

Girtin û binçavkirina çalakvanan, rojnamevan û siyasetvanên kurd berdewame, dewleta Tirk dibêje, jibo parastina ewlekariya welatê xwe û yekparçeyîya axa welat, çi ji dest wan bihê ewê bikin.

Hesen Kayay Lêkolîner Û Nivîskar
Hesen Kayay Lêkolîner Û Nivîskar

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyib Erdogan, doh di hind axiftinên xwe de got, ku ewê sinorên Tirkiyê li gel welatên dewrûber dîwar bikin.

Erdogan da zanîn ku, wan liser sînorê Tirkiyî-Sûriyê, dest bi avakirina dîwar kirîye, ewê bi dirêjahiya 650 kîlometrên din jî, dîsan dîwar liser sînor ava bikin, herweha got ku ewê liser sinorên ligel Îraq û Îranê jî, dîwaran ava bikin.

Li aliyê din, Amerîka çekan dide YPGê û Tirkiye heta dawiyê li dij çekdayîna kurdan e li Rojava û bakurê Sûriyê.

Ev pirsgirêk di bernama îro ya "Hello Washington" de bi mêhvana re hatin gotûbêj kirin.

Herdu mêhvanên bernamê birêz parêzer Selahettîn Çoban ji Amedê û birêz Hesen Kaya çavdêr û lêkolîner ji Enqerê beşdarî bernamê bûn.

Temamiya gotûbêjê di bernama "Hello Washington" de gûhdarî bikin.

Hello Washington 02.06.2017
please wait

No media source currently available

0:00 0:27:50 0:00

XS
SM
MD
LG