Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xelkên Cizîr û Silopî: Mirin ji Halê Me Çêtire


Silop

04.12.16 Li Silopê dohî taxên Barbaros, Başak, Cudî, Nuhê nêzî 7 hezar mirov ji malên wan hatin derxistin. Niha xelkê ku, ji taxên xwe hatine koçkirin, li taxên din yên Silopiyê di bin bodromên malan de dimînin.

Malbata Şemsedîn Kaya yek ji wan malabatan e, yên ku, ji malên wan hatine derxistin, ev malbat ji 15 kesan pêk tê, ji wan 12 zarok in, her hemû di bodromekê de dimînin.

Endamên vê malbatê di bêjin" ew di rewşek pir dijwar de, jiayana xwe derbas dikin"

Herwila li Cizîrê jî, Evdilrehim İnce dibêje ew, ne dikarin birevin, ne dikarin bimînin. Niha rewşa wan ji ya hêsîra xerabtir e. Ew dibêje mirin ji vî halî çêtir e. Evdirehman İnce, mamê Miray'a 3 heyvî bû, Miray û bavkalê wê Remezan 10 roj berê li kolana ku, mala wan têde bû, ji aliyê hêzên ewlekariya Tirkiyê de hatin kuştin, dema ku li hêviya ambulansê bûn.

Temamiya Raoprtê di fayla Deng de ye.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:46 0:00

XS
SM
MD
LG