Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xem û Gumanên Dîyarbekirê Ser Vekişîna Çekdarên PKK'ê


Vekişîna çekdarên Partîya Karkerên Kurdîstanê (PKK) li Tirkîyê wek qonaxeke nû tê binav kirin. Lê, ev yek di bîra giştî de, taybetî di nav Kurdan de dibe cîyê pirs û gûmanan, jiber ku hikûmetê hîn jî bernameyeke berbiçav eşkere nekirîye.

Rûniştvanê Dîyarbekirê Omer (38) ji Dengê Amerîka re dîyar dike ku birayê wî di sala 1994'an de çûye çîyê û hê jî ti agahî jê negirtine. Omer got, ew ji pengavê kêfxweş in ku êdî ciwan neyên kuştin, lê birîna wan hîn jî giran e.

Bavê Hebûn (21) jî di sala 1991 'de tev li PKK’ê bûye û di 1997'an de jîyana xwe hinda kirîye. Hebûn got, hêvîya wan heye ku di demên pêş de Kurd bigehijin mafên xwe.

Mehmet Kolakan (45) jî destnîşan dike sê birayên wî bûne çekdarên PKK'ê, lê paşê du birayê wî hatine girtin. Mehmet got, divê hemî Kurd vê pêşketinê xurt bikin, lê divê dewlet jî jibo mafên Kurdan gavan bavêje.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG