Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di dema Qedexeya Derketina Derve de Çîroka Xortekî Bêmal


Di dema Qedexe Derketina Deve de Çîroka Xortek Tirryak û Bê Mal

Li Tirkîyê hejmara kesên ji Covid 19 mirine giheşt 2017'an û hejmara kesên bi vîrusê ketine 86,306 e.

Tirkîyê jibo pêşîgirtina belavbûna vîrusê li 31 du hefte ne ku her du rojên dawîya heftê qedexeya derketina derve radigihîne ku Amed jî yek ji wan bajaran e.

Li seranserê bajêr rûniştvan li gor biryara qedexê tevgerîyan û ji malên xwe derneketin.

Jibo welatîyan derketina derve zehmet e, lê ev zehmetî naşibe ya kesên ku bê mal in û li derve dijîn.

Li Amedê xortek 22 salî salek zêdetir e bêmal e û li kûçe û kolanan dijî.

"Jiber hevalên xirab, min dest bi madeyên hişbir kir. Hemî hewildanên malbata mink u ez ji bikaranîna eroînê berdim, lê ew bê encam man. Min zararê dida xwe jî, dida wan jî." Xort dibêje.

Haya wî ji vîrusa korona heye, lê jiber ku ji rewşa xwe bêzar e vîrusê jixwe re nake xem.

Hun dikarin di fayla deng de agahîyên zêdetir li ser vî xortî gohdar bikin.

KHF_04_20_2020_Qedexeya_Derketinê_Xort
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:23 0:00

XS
SM
MD
LG