Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bajarvanên Amed, Mêrdîn û Wanê ji Kar Hatin Dûr Xistin

Wezareta Navxweyî yê Tirkîyê ragihand ku bajarvanên Amed, Mêrdîn û Wanê ji kar hatine dûr xistin.

Wezaretê da zanîn ku li şûna bajarvanên berê walîyên wan bajaran hatine erkdar krin.

Li Amedê, Adnan Selçuk Mizrakli, li Mêrdînê Ahmet Turk, li Wanê jî Bedî Ozgekçe Ertan bajarvanî dikir.

Di daxuyanîya Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê de hat gotin ku ‘’hin tespît û delîl nîşan didin ku’’ Mizrakli, Turk û Ertan piştgirîyê didin ‘’rêxistinên terorî’’

Di hilbijartina 31’ê Adarê de Mizrakli 63 ji sedê dengan, Turk 56 ji sedê dengan, Ertan 54 ji sedê dengan sitandibû ji Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) bûbûn bajarvan.

Ji alîyê din ve, Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê dîyar kir ku di serî de li Amed, Mêrdîn û Wanê, li 29 bajaran operasyon çêbûne û 418 kes hatine desteser kirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG