Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sibe Maça Amedspor û Galatasaray li Stenbolê ye

Galatasaray û Amedspor, du tîmên futbolê yên li pêş yên Super Lîga Trendyolê ya Tirkîyê sibê Şemîyê li Stenbolê tên hemberî hev.

Tîma sor û zer, Galatasaray, di 4 sezonên dawî da bû şampîyon û niha jî li lîgê bi 25 xalan lîder e.

Amedspora kesk û sor ku îsal derbasî Super Lîgê bûye bi serketinên xwe yên balkêş tîma flaş e. Ew niha bi 23 xalan di rêza duwemîn de ye.

Di vê maçê de Galatasaray dixwaze bi serketinê pêşengîya xwe xurt bike û Amedspor jî dixwaze bi serketina li deplasmanê têkeve şûna Galatasarayê.

Analîstê futbolê Diyar Atak ji Dengê Amerîka re ser vê maçê peyivî û got ku di lîga Tirkîyê de niha du tîm dikarin li hember Galatasaraya lîder baş bilîzîn; yek Beşiktaş e û ya din jî Amedspor e.

"Tê çaverêkirin ku Amedspor li hember Galatasarayê reaksîyonekê raber bike. Eger Amedspor belav nebe, ewê encama vê maçê jî pir ne girîng be,’’ Atak got.

Wî dîyar kir ku kadroya Galatasarayê xurt e û li hember Amedspor favorî ye, lê bi bîr xist ku Amedspor jî heta niha di maçan de performanseke baş nîşan daye.

Navenda Kurdish Studies Center (KSC) îsal bi raportekê ragihandibû ku li Tirkîyê hejmara Kurdên pişgirîyê didin Amedsporê di 4 salên dawî de ji 1 mîlyonî bûye 4 mîlyon.

Li gor raporta KSC’ê, li Tirkîyê hejmara Kurdên 18 sal û mezintir bi qasî 12.5 mîlyon e û ji çar paran, parek wan tîmeke futbolê digirin.

Di raporta KSC’ê de tê gotin ku ji bo piranîya alîgirên Amedsporê ew hem futbol e him jî nasname ye.

Dîsa raporta KSC'ê nîşan dide ku di nav Kurdan da li dû Amedsporê tîma alîgirên wî herî zêde Galatasaray e.

This item is part of
XS
SM
MD
LG