Breaking News

Amedspor Piştî Demeke Dirêj li Stadyuma Xwe Têk Çû

Logoya Amedsporê
Logoya Amedsporê

Amedspor, tîma ku li Tirkîyê wek tîma Kurdan tê zanîn, îro Şemîyê li Stadyuma Diyarbekirê li hember Çaykur Rîzesporê têk çû.

Di maça hefteya 12’an a Lîga Super ya Trendyola Tirkîyê de Çaykur Rîzesporê bi encama 2-0 zora Amedsporê bir.

Bi serketina Çaykur Rîzesporê, dawî li rêza demdirêj ya têkneçûna Amedsporê ya li Stadyuma Diyarbekir hat.

Amedspor cara dawî li ser erda xwe di Adara 2025’an li hember Erzurumsporê têk çûbû.

Analîstê futbolê Diyar Atak ji Dengê Amerîka re got ku Amedspor bi nebûna lîstikvanên wek Samuel Ballet û Lumbardh Dellova, bi kadroyeke qels derket maçê û vê yekê bandor li encamê kir.

Atak dîyar kir ku Çaykur Rîzespor bê ku bi dijwarîyeke giran re rûbirû bimîne, wek di hewaya antremanê de be maç bidest xist.

Amedspor bi halê dawî di lîgê de li dû Galatasaraya bi 31, Trabzonspora bi 25, bi 23 pûanan di rêza 3’an de ye.

Berî maça Amedspor û Çaykur Rîzesporê, stêrkê Amedsporê, Dia Saba, xelata ‘’gola herî baş ya mehê’’ sitand.

Gola ku Dia Saba avêtibû Samsunporê bi dengên futbolhezan wek gola herî baş hat hilbijartin.

Dia Saba xelata xwe ji destê Nûnerê Amedê yê Federasyona Futbolê yê Tirkîyê (TFF) Serkan Bayhan sitand.

XS
SM
MD
LG