Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gefên Dijî Qanûndanerên Amerîkî Her Diçe Zêde Dibin


Qanûndanerên Amerîkî li Avahîya Kongresê
Qanûndanerên Amerîkî li Avahîya Kongresê

Li Amerîka piştî daxuyanîyên cûrbecur yên cûda girjî û nîqaşên derbarê ewlehîya qanûndanerên Amerîkî û avahîya Kongresê bi rengeke tund berdewam dike.

Ajansa Ragihandinê Associated Press (AP) ragihand ku hejmareke qanûndaner di van demên dawî de hemberî ewlahîya xwe tehdît vergirtinin.

Seroka Civata Nûneran ya Kongresa Amerîka Nancy Pelosî jibo dabînkirina ewlehîya xurttir ya avahîya Kongresê (Capitol) bang kiribû.

Hevdem, Pelosî ragihandibû ku xeterî ne tenê ji raya giştî lê di heman demê de ji dijminêke navxweyî ya ji Kongresê bi xwe jî tê.

Daxuyanî û şîroveyên Pelosî yên roja Pêncşemê bal kişand ser alozîya navbera partîyên sîyasî yên li Kongresê ya niha heye.

Hejayê destnîşankirinê ye ku li Kongresa Amerîkî ji dema êrîşa Capitol ya 6'ê Rêbendanê ji hêla alîgirên Serokê berê Donald Trump vir ve, di nava her du partîyên hevrîk de girje her diçe zêde dibe.

Zêdetirî 30 qanûndaneran vê hefteyê nameyek îmza kirin û li heremên xwe banga bo parastina xurttir kirin.

Wan diyar kir ku tehdîdên li dijî endamên Kongresê di van salên dawî de bi tûndî zêde bûne, bi nêzîkê 4.900 gef di 2018'an de hatîye tomar kirin.

Hejmara gefan li gor sala 2016'an 900 gef zêde bûye.

AP ragihand ku li gor e-maileke ku wan ji berpirse karmendê dadmendî yê Civata Nûneran bi dest xistîye, Polîsê Kapîtolê yê Amerîkî gotîye ku ew bi armanca avakirina parastina qanûndaneran yên ji bo rêwîtîyên wan yên bo xebatê, gavan davêjin.

Timothy P. Blodgett, karmendê perpirs di e-mail de nivîsandîye ku hêza polîsan li ser înternetê malpereke saz dike da ku qanûndaner gefan yan çalakîyên gumanbar ragihînin, û hevdem wan ji planên rêwîtiyên xwe agahdar bikin.

XS
SM
MD
LG