Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesra Sipî Dibêje Hejmara Amerîkîyên li Afganistanê Nayê Zanîn


Dîmeneke ji firîngeha Kabulê
Dîmeneke ji firîngeha Kabulê

Berpirsa Rahihandinê ya Qesra Sipî Kate Bedingfield îro Înê ragihand ku rêvebirîya Amerîka hejmara rastîn yên Amerîkîyên ku niha li Afganistanê nizane.

"Di destê me de hejmareke rastîn tuneye û sedemek wê heye," Bedingfield ji CNN re got.

Bedingfield got ku ev jiber ku di nav hejmara heyî de 'kesên ku dibe ku Afganistan terikîndine û yên ku dibe ku di nav şeş mehên dawî derketibin jî' hene.

"Em jibo dîyarkirina hejmara Amerîkîyên ku hîn li Afganistanê ne, dixebitin," Bedingfield bi berdewamî got.

Li gor rojnameya Washington Post, karbidestên ewlehîya neteweyî roja Sêşemê ji Civata Senatoran re gotiye ku navbera 10 heta 15 hezar hemwelatîyên Amerîkî hîn jî li Afganîstanê ne.

Berdevikê Pentagonê John Kirby roja Sêşemê gotibû bi texmîna wan navbera 5 heta 10 hezar hemwelatîyên Amerîkî li herêma Kabulê ne.

Ev hejmar rojane diguhere jiber ku bi hezaran kes ji Kabulê bi firokan têne derxistin.

Amerîka armanc dike ku rojane navbera 5 heta 9 hezar kesan ji wî Afganistanê veguhezîne.

Ji alîyê din ve karbidestêkî Qesra Sipî îro dîyar kir ku Amerîka ji dawîya Tîrmehê heya niha nêzî 14 hezar kes ji Kabulê derxistine ku pirtir ji 9 hezar ji wan ji 14'ê Tebaxê vir ve hatine derxistin.

Wî karbidestî da zanîn ku 3 hezar kes di 19'ê Tebaxê de ji hêla Amerîka ve hatine derxistin û 350 ji wan hemwelatîyên Amerîkî bûne.

XS
SM
MD
LG