Firotina petrola Îranê ber bi tunebûnê ve diçe. Ji ber dorpêça deryayî ya Amerîkayê, keştî nikarin di Tengava Hormuzê re derbas bibin û nefta ku didan Cînê jî kêm dibe. Ev rewş zirarê dide aborîya Îranê.
Rojnameya Wall Street Journal di raportekê de ragihand ku ji nîveka meha Tîrmehê ve û ji dema ku hêzên deryayî yên Amerîkayê dorpêça deryayî dan destpêkirin, Îranê ti nefta xav nefirotîye derve.
Li gor daneyên sazîya Kpler ku şopandina keştîyan dike, derxistina nefta Îranê ji bo derve di vî demî de bi tevahî rawestîyaye.
Berî meha Tîrmehê, ev rêje 90 mîyon bermîl bû. Ji wê demê ve, ev hejmar kêm bûye û gihîştîye nêzîkî 29 mîlyon bermîlan. Meha bê, ev yek jî dê bi tehavî biqede.
Kompanîya Kpler pêşbînî dike ku niha rojane nêzîkî mîlyonek bermîl neft tê şandin. Piranîya vê neftê diçe Çînê, lê tê çaverêkirin ku heta nîveka meha Cotmehê ev yek jî bi tevahî biqede.