Wezareta Derve ya Amerîkayê îro Çarşemê ragihand ku wan du kompanîyên Îranî yên bi navê “Persian Gulf Marine Insurance” û “Hormuz Safe Marine Services” xistine lîsteya cezayan.
Ev herdu kompanî ji alîyê Supaya Pasdarên Îranê ve tên birêvebirin û bi darê zorê pere ji keştîyên navneteweyî yên di Tengava Hormuzê re derbas dibin, distînin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Tommy Pigott di daxuyanîyekê de got ku ev kompanya bi xwe metirsiyan çêdikin, wek girtina keştîyan. Paşê, ew pere ji keştîyên bazarganî distînin daku wan ji wan metirsîyên ku rejîma Îranê bixwe çêkirine biparêzin.
Piggot eşkere kir ku rejîma Îranê bi van pereyan karên Supaya Pasdaran û xirabkirina aramîya herêmê, fînanse dikin.
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê jî îro Çarşemê ragihand ku wan ceza li ser heşt kompanîyan birîn.
Van kompanîyan bi keştîyên xwe nefta qaçax û berhemên petrokîmyayê yên Îranê birine Çîn û Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî.