Balyozê Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz ragihand ku armanca sereke ya Amerîkayê li hemberî Îranê ew e ku uranyuma dewlemendkirî ya Îranê çareser bike û bi tevahî ji nav bibe.
Mike Waltz îro Înê di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Finacial Times diyar kir ku Amerîka nagihîje armancên xwe yên sereke li Îranê, heta ku Îran uranyuma dewlemendkirî ji nav nebe.
Waltz anî ziman ku Serokê Amerîkayê Donald Trump û Hêzên Deryayî yên Amerîkayê dikarin ji bo demeke dirêj benderên Îranê dorpêç bikin.
Wî bal kişand ser wê yekê ku hikûmeta Amerîkayê zextên xwe yên aborî li ser Îranê zêdetir dike.