Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken doh di hesaba xwe ya fermî ya twîterê de gotbû "çaverê me ku sibê li gel hevpîşeyê xwe yê Îraqî Dr. Fuad Hussein derbarê diyaloga stratejî di navber Îraq Û Amerîka de biaxivim. Emê pêşveçûnên di her warekî de ji warên hevkariya me ya fireh û stratejîk binirxînin."
Îro Çarşemê Sêyemîn gera diyaloga stratejî ya Amerîka û Îraqê bi rêya onlayn "Video konferans" dest dê pê bike, da ku danûstandinên derbarê ewlekarî, berevanî û pirsên hevkariya dualî, herwiha hevkariya aborî, enerjî, perwerde û di warên çand û pirsên roşnebîrî de gotûbêjan encam bidin.
Ev gera nû ya diyaloga stratejî ya di navbera Amerîka û Îraqê de temamkera civînên Tebaxa sala borî ye, Îraq geşbîne ku di civîna îro de dê alîkariya Amerîka ya aborî û ewlekariyê bidest bixe.
Ji sedema vîrusa korona civîna diyaloga stratejî bi rêya onlayn di navbera wezîrê derve yê Amerîka Antony Blinken û hevpîşeyê wî yê Îraqî Dr. Fuad Hussein di bazineke teng de, dê pêk bê.