Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Çarşemê ragihand ku hêzên dawî yên Amerîkî ji Îraqê derdikevin.
Serok Trump li ser platforma Truth Social diyar kir ku demeke dirêj derbas bû û biryarên xirab bûn sedem ku Amerîka têkeve nav vê tevlîhevîyê, lê “nêzîk e ku ev mijar hemû bibe dîrok.”
Trump got: "Ev rojeke xweş e ji bo Amerîkayê. Ya herî girîng jî, dema em derdikevin Serokwezîrekî nû û baş ê Îraqê heye ku navê wî Elî Zeydî ye, ew kesekî wisa ye ku min ji destpêkê ve piştgirîya wî kir û ez bi tevahî li pişt wî me."
Wî herwiha eşkere kir ku ev roj "Serkeftinek e ji bo Amerîkayê, serkeftinek e ji bo Îraqê û serkeftineke teqez e li dijî Daiş'ê, ku ji alîyê rêveberîya Trump ve bi tevahî hat tunekirin."
Trump herwiha ev rewş berhev kir bi ya Afganistanê re û got ku “Gelek çekên leşkerî û her tişt li dû xwe hiştin, 13 leşker hatin kuştin û gelek jî bi giranî birîndar bûn.”
Wî destnîşan kir ku bi vekişîna birêkûpêk a leşker û çekên Hevalbendîyê ya ji Baregeha Esmanî ya Hewlêrê, ev xerca mezin bidawî bû.
Trump di dawîya daxuyanîya xwe de got: "Em ji bo şerê li dijî xîlafetê hatibûn. Êdî xîlafet nîn e. Em vedigerin mala xwe!"