Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Jinûve Beşdarî Konseya Mafên Mirovan ya NY Dibe


Konseya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY)

Amerîka dê di meha Rêbendana 2022'an de jinûve beşdarî Konseya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) be.

Rêvebirîya wê demê ya Donald Trump di 2018'an de, Amerîka ji sazîya Neteweyên Yekbûyî vekişandibû.

Amerika roja Pencşemê di dengdaneke Neteweyên Yekbûyî (NY) hate hilbijartin. Washingtonê 168 deng bi dest xist, ku bo pejirandinê 97 deng pêwîst dikir.

Wezîrê karên derve yê Amerîka Antony Blinken piştî dengdana Pêncşemê daxuyanîyekê da.

Blinken got ku ewê pir bixebitin da ku Konsey daxwazên xwe yên herî bilind bicîh bîne û xurttir piştgirîyê bidin kesên ku li çaralîyê cîhanê dijî neheqî û zilmê şer dikin.

Her wiha, Nûnera Amerîka ya li NY Linda Thomas-Greenfield destnîşan kir ku vegara Konseyê, bicîh anîna soza kampanyayê ya Serok Joe Biden e.

Linda Thomas-Greenfield da zanîn ku ewê her amûreke ku di dest wan de ye bikar bînin, ji pêşnîyarkirina biryaran, qanûnan û heya karanîna dengê xwe gava ku pêwîst be.

"Armancên me zelal in: Li gel parêzvanên mafên mirovan bisekinin û dijî binpêkirinên mafên mirovan biaxifin," Thomas-Greenfield got.

XS
SM
MD
LG