Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Barrack: Ji bo Aştîya bi Îranê re, Astenga Herî Mezin Nebûna Bawerîyê ye

Balyozê Amerîka yê li Tirkîyê û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo Rojhilata Navîn Tom Barrack ragihand ku Amerîka ji bo pirsgirêka Tengava Hormûzê peymana aştîyê dixwaze, lê nebûna bawerîyê ya di navbera herdu alîyan de karên dîplomasîyê têk didin.

Tom Barrack roja Sêşemê li Dohaya paytexta Qeterê di Civata Ewlekarîya Cîhanî de got: "Amerîka peymana aştîyê dixwaze. Tiştê ku ji destpêka van axaftinan de heye, nebûna bawerîyê ye."

Wî herwiha got ku "Pasdarên Îranê bawerîyê bi Amerîkayê nayînin, Amerîka jî bawerîyê bi Pasdaran nayîne."

Barrack got ku ji bo axaftinan çareserîyek pêwîste da ku her kes berjewendîyên xwe biparêze. Ji bo nûkirina peymana Îslamabadê jî wî got: "Pêwîst nake em ji serî de destpê bikin."

Barrack got ku agirbesta li Tengava Hormûzê bingeha peymaneke mezin e. Wî got ku "Peyman divê agirbesta li tengavê û kêmkirina êşên gelê Îranê bîne. Bersiva tenê, anîna jiyaneke xweş û aram e ji bo welêt."

Peymana Îslamabadê ji 14 xalan pêk dihat û ji alîyê Donald Trump û Mesûd Pizîşkîyan ve hatibû îmzekirin. Di peymanê de agirbesteke 60 rojî, vekirina Tengava Hormûzê û rakirina dorpêça li ser benderên Îranê hebûn. Lê dema ku Pasdaran êrîşî keştîyên di tengavê re derbas dibûn kirin, ev peyman xira bû.

This item is part of
XS
SM
MD
LG