Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Beşdarî Hevdîtinên Afganistanê yên Li Moskowê Nabe


Berdevikê Wezareta Karên Derve yê Amerîka Ned Price
Berdevikê Wezareta Karên Derve yê Amerîka Ned Price

Wezareta Karên Derve ya Amerîka roja Duşemê ragihand ku ewê Amerîka jiber sedemên lojîstîkî beşdarî danûstandinên navneteweyî yên li ser Afganistanê nebe, yên ku ji hêla Rûsya ve têne dar xistin.

Hevdem, Wezaretê destnîşan kir ku ew bo beşdarbûna di pêşerojê de vekirî ye.

Nûnerê taybet yê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin hefteya borî dîyar kiribû ku Moskow wê roja Çarşemê bi karbidestên Talîban, Çîn û Pakistanê re, ser Afgamistanê de, bicive.

Berdevikê Wezareta Karên Derve Ned Price got ku "Em beşdarî danûstandinên li Moskowê nabin. Troika-plus forumeke erînî û çêker e. Em hêvî dikin ku di pêşerojê de beşdar bibin.

Li ser pirsa gelo Amerîka piştgirîyê dide vê pêyvajoyê, Price got: "Ew piştgirîyê dikin."

Moskowê di meha Adarê de, li ser Afganistanê konferanseke dar xist û di encamê de Rûsya, Amerîka, Çîn û Pakîstanê bi daxuyanîyeke hevpar bang li alîyên Afganî yên ku wê demê şer dikirin, kir ku peymaneke aştîyê çê bikin û rê li ber tundûtûjîyê bigirin.

XS
SM
MD
LG