Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump û Bessent Bang li Firoşkarên Benzînê Dikin ku Bihayan Daxînin

Wezîrê Xezînaya Amerîkayê Scott Bessent îro Sêşemê bang li firoşkarên benzînê kir ku bihayê benzînê daxînin, ji ber ku Amerîka 250 salîya xwe pîroz dike.

Bessent di hevpeyvîneke bi kanala Fox News re got: "Ez daxwazê ji wan dikim ku baş tevbigerin, bi taybetî di 250 salîya Amerîkayê de, ji ber ku çavê me li ser wan e." Wî peyama Serokê Amerîkayê Donald Trump dubare kir.

Trump li ser platforma Truth Social ragihand ku "Eger firoşkar vê yekê nekin, dê pirsgirêkên mezin derkevin!"

Serok Trump herwiha got: "Dest pê bikin û bihêlin ku bihayê her galonekê bibe derdora 2.50 dolar."

Amerîka roja Şemîyê, ji bo cejna 4'ê Tîrmehê, 250 salîya serxwebûnê bi çalakîyên cihêreng pîroz dike.

This item is part of
XS
SM
MD
LG