Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CENTCOM: Me Rêya 7 Keştîyan li Tengava Hormuzê Guherandiye

Keştîya êrîşê USS Boxer
Keştîya êrîşê USS Boxer

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro Duşemê ragihand ku leşkerên Amerîkayê yên li ser keştîya êrîşê USS Boxer, li Deryaya Erebî piştgirîya operasyonên dorpêça deryayî li ser Îranê dimeşînin.

CENTCOM'ê li ser platforma X'ê got ku heta 20'ê Tîrmehê, artêşa Amerîkayê rêya 7 keştîyên bazirganîyê guhertîye û keştîyek jî ji kar xistîye.

CENTCOMê eşkere kir ku wan rê neda wan keştîyan ku bikevin benderên Îranê an jê derkevin.

Ev biryar piştî wê yekê hat, ku Îranê di destpêka Tîrmehê de çend caran êrîş kiribû ser keştîyên bazirganîyê yên di Tengava Hormuzê re derbas dibûn,

Li ser vê yekê, Serokê Amerîkayê Donald Trump ferman da CENTCOM'ê ku ji 14'ê Tîrmehê ve dorpêça deryayî li ser Îranê dîsa destpê bike.

This item is part of
XS
SM
MD
LG