Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dijî Nêzikbûna Îsraîlê ya Konseya Mafên Mirovan ya NY Derdikeve


Berdevikê Wezareta Karên Derveyê Amerîka Ned Price
Berdevikê Wezareta Karên Derveyê Amerîka Ned Price

Berdevikê Wezareta Karên Derve Ned Price roja Pêncşemê piştî ku Amerîka jinûve bo Konseya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hate hilbijartin ji rojnamevanan re daxuyanî da.

Ned Price ragihand ku di derbarê biryarên Konseya NY de hin fîkarên wan hene û Amerîka dê dijî baldarîya "bêpîvan" ya Konseyê ya ser Îsraîlê bisekine.

"Di derbarê Konseyê de fîkarên me hene. Emê bi tundî dijî baldarîya "bêpîvan" ya Konseyê ya ser Îsraîlê bisekinin, ku ev tenê xala rojeva Konseyê ye ya ku welateke tenê dike armanc, " Price got.

Wî bi berdewamî destnîşan kir ku Amerîka hevdem dê dijî hilbijartina welatên ku xwedî tomarên binpekirinên mafên mirovan yên hovdar in, givaştinan bike.

XS
SM
MD
LG