Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Grûbên Çekdar Û Aligirên Heşda Şaabî Bo Ser Armancên Amerîka li Îraqê


Xwepêşanderên alavên komelgeha balyozxeneya Amerîka li Bexda dişewitînin

Roja Îna bûrî grûbên çekdar yên girêdayî Îranê êrîşa bi mûşekan kirbû ser bingehê leşkerê Amerîkî yê K1 li Kerkuk. Di encama êrîşê de karmendekî belênder yê Amerîkî hatbû kuştin û çend kesek jî birîndar bûn. Êrîşa ser K1, ne êrîşa yekê bû, çendîn caran bingehên leşkerê Amerîkî li Îraqê bûne armanca êrîşên grûbên çekdar bi taybet êrîên Ketayîbên Hizbollaha Îraqê û Esayîb Ehil El Heq.

Roja Yekşemê leşkerê Amerîkî bingehên Ketaybên Hizbollahê li Îraq û Sûriyê kirin armanc û dehan kes hatin kuştin û birîndar kirin, di nava kuştiyan de hin fermandarên wan grûbên çekdar jî hebûn.

Roja Sêşemê serê sibê aligirên Heşda Şaabî li Îraqê êrîş birin ser avahiyê balyozxaneya Amerîka li Bexda, heta amadekirina vê raportê êrîş ya berdewam bû, hin cih û xalên zêrevaniya balyozxanê hatin şewitandin.

Serokê Amerîka Donald Trump, di twîtekê de nivîsand, "Îranê êrîş pêkanîye". Trump herwiha got, ewan bersivek tund daye çekdarên ku êrişî leşkerên Amerîkî dikin û ewê berdewam wê bikin jî.

Bo danûstendinên li dor aloziyên niha li Îraqê, yên di navbera hêzên Amerîkî û grûbên çekdar yên girêdayî Îranê. Bernama "Hest Û Helwest" mêhvandarîya berêz Abdullah Salih Çavdêrê Siyasî û Endamê Berê yê Parlemena Îraqê û berêz Behzad Zêbarî Çavdêrê Siyasî û Endamê Berê yê Parlemena Îraqê kir.

Pêşî Abdullah Salih got"Ji ber ku, siyaseta Amerîka li Îraqê ne zelale." Îraq rastî aloziyek mezin hatîye û Amerîka dikare Îraqê car din ji aliyê leşkerî ve kontrol bike jiber ku Amerîka berpirse ji ewlekarîya Îraqê.

Salih herwiha got, stratejî û armanca "Heşda Şaabî" ewe ku bêdewletî dom bike, jiber ku di fikra wan de sinorên dewlet û netewan nas nakin, ew dixwazin her tim alozî hebe.

Behzad Zêbarî got, Çareserî tenê ewe ku Îraq bibe 3 welatên Konfedral, eger weha nebe Îraq qet rihet nabe.

please wait

No media source currently available

0:00 0:28:55 0:00


Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG