Wezareta Derve ya Amerîkayê hişyarîyeke lezgîn da û ji welatîyên Amerîkî li seranserê cîhanê xwest ku ji bo têkçûna zêdetir a rewşê li Rojhilata Navîn hişyar û amade bin.
Wezaretê di daxuyanîyekê de got, "Em ji tînin bîra Amerîkiyên li herêmê ku hişyar bimînin û wan han didin ku ji bo pêşketinên ji nişka ve nûçeyan bişopînin."
Wezareta Derve şîretan li Amerîkiyên li seranserê cîhanê, nemaze li Rojhilata Navîn dike, ku "hişyartir bin" û rênimayên ku ji hêla balyozxaneyên Amerîkî li welatan ve hatine dayîn bişopînin.
Wezaret dibêje ku cihên dîplomatîk ên Amerîkî li Rojhilata Navîn hatine armanckirin.
Ew dibêje dibe ku komên çekdar ên nêzîkî Îranê li seranserê cîhanê cihên ku bi berjewendîyên Amerîkî ve girêdayî ne armanc bigirin.