Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Civata Nûneran û Senatoran di Hilbijartinên Nîvdem ên Amerîkayê de

Demokrat hêvî dikin ku di hilbijartinên nîvdemê yên Amerîkayê de kontrola herdu civatên Kongresê bi dest bixin. Li alîyê din, Komarparêz hewl didin wê rûdana dîrokî bişkînin ku li gor wê, partîya serokê welat di hilbijartinên nîvdem de herdem hinek kursîyan winda dike.

Komarîyan helmetên xwe xurt kirine daku piranîya xwe ya niha di Civata Senatoyê û Civata Nûneran de biparêzin.

Hilbijartinên nîvdemê (Midterm) dikevin sala duyem a dema serokatîyê ku çar sal in. Ev hilbijartin derfetê dide dengderan ku ji bo her 435 kursîyên Civata Nûneran û yek ji ser sêyeka 100 kursîyên Civata Senatoyê dengê xwe bidin.

Dîroka Civata Nûneran

Ji sala 2006’an ve, ji pênc hilbijartinên nîvdemê di çaran de partîya serok piranîya Civata Nûneran winda kirîye. Tenê di sala 2014’an de cudahîyek çêbû. Di dema serokatîya duyem a Barack Obama de, komarîyan ku berê piranîya Civatê di destê wan de bû, kursîyên xwe hîn zêdetir kirin.

Ji sala 1934’an ve, di hilbijartinên nîvdem de partîya serok bi navînî 23 kursîyên Civata Nûneran winda kirine.

Ji sala 1900’an ve, partiya serok tenê sê caran karîbû di hilbijartinên nîvdem de kursîyên xwe zêde bike: Franklin Roosevelt ê Demokrat di sala 1934’an de, Bill Clinton ê Demokrat di sala 1998’an de, û George W. Bush ê Komarî jî di sala 2002’an de.

Berîya hilbijartinên nîvdemê yên îsal, Komarî bi 219 kursîyan li pêşîya Demokratên ku 214 kursîyên wan hene ne û piranî di destê wan de ye.

Civata Senatoran Aramtir e

Ji alîyê dîrokî ve, serok û partîya wî herdem di hilbijartinên nîvdem ên Senatê de encamên baştir bi dest xistine.

Ji sala 1934’an ve, di 23 di hilbijartinên nîvdemê de, partîya serok heft caran kursîyên xwe di Senatê de zêde kirine, yên herî dawî di salên 2018 û 2022’an de bûn.

Berîya dengdanên meha Mijdarê, Komarî bi 53 kursîyên Senatê li pêş in û piranî di destê wan de ye, li hemberî 47 kursîyên Demokratan.

Di 50 salên borî de tenê du caran partîya serok di hilbijartinên nîvdemê de piranîya Civata Nûneran û Senatê winda kirîye, ew jî di sala 1994’an de di dema serokatîya yekem a Clinton de, û di sala 2006’an de di dema serokatîya yekem a George W. Bush de bûn.

This item is part of
XS
SM
MD
LG