Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka ji Sûriyê Bizavên Îranê Dişopîne


Bingeha al-Tanf ya leşkerê Amerîkî li başûrê Sûriyê

Pispor û berpirsên leşkerê Amerîkî dibêjin,bingeha wan ya leşkerî ya ku li başûrê Sûriyê heye û jibo rahênan û perwerdeya xelkê herêmê avakirîye bo şerê li dij DAIŞ'ê, li heman bingehî çavdêrîya çalakiyên Îranê jî tê kirin.

Josh Jacques peyvdarê bi navê Fermandarîya Navendî ya Hêzên Amerîkî CENTCOM'ê got"hebûna me li wêderê armanca xwe pêk tîne, îcar ger ku armnac hebe yan na".

Armanca sereke ya Amerîka li Sûriyê jinav birina DAIŞ'ê ye, niha Amerîka rahênan û perwerdeyê didin hêzên navxweyî yên li herêmê, li bingeha al-Tanf grûpa niha perwerdê dibîne bi navê Hêzên Taybet yên Şorişê – Maxawîr al-Sawra, hatîye bi nav kirin.

Fermandarê Hêzên Amerîkî Joseph Votel dibêje, ew Îranê raste rast li Sûriyê nakin armanc, heta niha tenê ew dixwazin Îranê asteng bikin da ku "rewşa wî welatî aloztir neke", yê ku şeran preçe, perçe kirî.

Li aliyekî din, fermandarê Zêrevanên Şorişa Îranê "‌Heres Sewrî", Mihemed Alî Jaafarî got "Îran dikare bi sanahî gefên Amerîka yên ser bazirganiya petrola Îranê bersiv bide".

Rueters, li gor ajansa Tasnim dibêje, Jaafarî roja Çarşemê got, gefên Amerîka bo dorpêçkirina bazirganiya petrola Îranê bi cîhnaê re, dê bi sanahî bihên bersivdan".herwiha Jaafarî got"dema ku, şiyanên hêzên Heresên Sewrî ji aliyê serokê Amerîka yê bê kontol bihên bihîstin, ew qet şaşieyeke weha nake û ew dizane ku her gefek li dij bazirganiya petrola Îranê dê bê bersiv nemîne".

Ji hejî bîrxistinê ye ku, ji dema hatina Donald Trump bo ser desthilatê li Amerîka Têkiliyên Îranê bi Amerîka re xerab bûne, Trump meha Gulanê biryara derketinê dabû, ji pêkhatina navokî ya bi Îranê re. ya ku ji aliyê Amerîka û welatên Ewrûp ve derbarê projeya navokî ya Îranê di sala 2015an hatbû îmze kirin.

Amerîka, welatên Ewrûpî û hin welatên Kendavê yên Arab rejîma Îranê bi piştevanya terorê û têkdana rewşa ewlekariya herêmê tawanbar dikin.

XS
SM
MD
LG