Firoka barhilgir ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê alavên leşkerî û lojîstîk hilgirtibûn, li navenda zeviya petrolê ya El-Omer li gundewarê rojhilatê Dêrezorê li Sûirê danî.
Ev yek pêkhat, piştî ku bingeh çendîn car dibe armanca mûşekên ku ji aliyê milîsên bi piştevaniya Îranê ve tên encam dan.
Çavdêriya Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR), Di 28ê Tîrmehê de ragihand ku Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî hêzeke leşkerî ya mezin anîye baregeha Gazê ya Konîko li gundewarê bakurê Dêrezorê, ku ji 7 otombîlên leşkerî ê alavên din di 14 kamyonên mezin de bûn gihandin bingehê.
Li gorî çavkaniyên pêbawer yên SOHR, hêz ji bajarê Hesekê gihîştin baregeha Gaza Konîko ya li gundewarê Dêrezorê, ku yek ji girîngtirîn bingeha leşkerî yên Hevpeymaniyê ye li wê herêmê, û dixwaze amade û bihêz bike.
Li aliyek din SOHR radigihîne ku îro Pêncşemê, Yekîneyên ewlekariya taybet yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn "Asayîş"ê operasyona li hin beşên kampa Holê li gundewarê başûrê rojhilatê Hesekê kirin û 7 kes bi tometa "endamên şaneke DAIŞê û plankirina pêkanîna operasyonan di hundirê kampê" de binçav kirin.
Kesên hatin girtin hatin veguhastin bo bingehke ewlekariyê bi armanca lêpirsînê.
Çavdêrê dide zanîn ku ev sêyemîn operasyona bi vî rengî ye ku di nava 24 saeatan de ji aliyê yekîneyên ewlekariyê ve li herêmên di bin kontrola QSD'ê de pêk tê, piştî zêdebûna çalakiyên DAIŞ'ê li wan deveran.