Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biryara Amerîka Ya Vekişandina Hêzan ji Sûriyê Tê Rexnekirin


Serokê Amerîka Donald J. Trump

Serokê Amerîka Donald Trump berevanî ji biryara xwe dike ya vekişandina hêzên Amerîkî ji bakurê Sûriyê, di heman demê de ev biryare tê rexne kirin û çavdêr dibêjin ku dê ziyanê bigehîne hevpeymanên Amerîka yên Hêzên Sûriya Demorat HSDê ku bi serokatîya Kurdan şerê li dij DAIŞê dikin, herwiha biryar dê bandorek xerab li ser şerê li dij DAIŞê bi giştî bike.

Trump di twîteke xwe ya roja Duşemê de gotîye"Wext hatîye ku ji bo em ji van şerên pûç û bê dawî xwe vekişînîn, ku piraniya wan êşîrgerîne û leşkerên xwe cardî vegerînîn welat."

Qesra Spî di daxûyaniya xwe ya şeva Yekşemê de ragihand bû, ku hêzên Amerîkî yên li bakurê Sûriyê dimînin"ne alîkarî dike û ne jî beşdarî opresyona leşkerî dibe".

Herwiha daxûyanî dide zanîn ku Amerîka piştî Dewleta Xîlafeta "DAIŞ" jinavbir, êdî li nêzîk herêma sinorî namîne.

Roja Duşemê serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di pres konferansekê de got, ew li gel serok Trump derbarê vekişîna hêzên Amerîkî axiftîye û got"Ya girêdayî vê meselê piştî axiftina me ya êvarî dest bi vekişîna hêzan hatîye kirin weke (Serok Trump gotî), niha yên peywendîdar dê bi karê xwe rabin."

Piştî ku Qesra Spî daxûyanî da Ajansa Hawar ya Kurdî ku nêzî Hêzên Sûriya Demokrat HSDê ye, dîmenên Videoyê dan weşandin û konvoya leşkerên Amerîkî ku alayê Amerîka li ser bû ji herêmê vedikişin.

Hêzên Sûriya Demokrat, Amerîka tawanbar dike ku wan soza peymana xwe bicî neanî, û didin zanîn ku Amerîka pişta xwe daye wê peymana li gel Tirkiyê û HSDê hebûye, Hêzên HSD û Kurdan pêgirî bi peymanê kir û hêzên xwe ji ser sinor vekişandin da ku Tirkiye dilrihet bibe, li gur daxûyaniyên berpirsên Kurd û HSDê.

Nûnerê berê yê Serokê Amerîka bo şerê li dij DAIŞê Brett McGurk bi rêya zincîreke twîtan nerazîbûn derbarê biryara Trump û daxûyaniya Qesra Spî nîşan dan û ew biyar rexne kirin.

Di twîteke xwe de, McGurk dinivîse "Donal Trump serfermandarê leşkerî nîne. Biryarên serweriyane dide bê ku pêzanîn hebin û yan jî mijarê gotûbêj bike. Leşkeran dişîne herêmên metrisîdar bê ku piştevanî hebe. Demlidest dê rabe ser xwe û pişta xwe bide hevpeymanan……". Dîsan McGurk di twîteke din de dibêje,

"Bi kurtî û zelalî: Trump îşev di peywendiyek telefonî de li gel rêberekê biyanî diyarîyek pêşkeşî Rûsya, Îran û DAIŞê kir. Ji hejî bîrxistinê ye ku berî niha têkiliyên derve derbarê vê meselê hişyar kirbû û altenatîv dabû rastiyên dijawr li ser erdê li vê Qesra Spî".

Li aliyek din senator Komarî yê di asta bilind de Lindsey Graham hejamrek twît derbarê vê pirsgirêkê de weşandin û biyara Amerîka ya vekişandina hêzan rexen dike, di twîta ber demekî li roja Duşemê weşandî di nivîse

Bi pişt berdana Kurdan me îşaretek herî metirsîdar şandiye - ku Amerîka hevalbendek bêbawer e û ew tenê ev pirseke girêdayî demê ye, berî ku Rûsya, Îran û Koreya Bakûr bi awayên xeternak tevbigerin.

Nikki Haley balyoza berê ya Amerîka li Netewên Yekbûyî dîsan biryara Amerîka rexne kir û di twîtekê de dibêje, Kurd hevparên herî başbûn di şerê li dij DAIŞê de nabe em wan bû mirinê bi tenê bihêlîn û di nvîse"

Divê em tim li pişta hevalbendên xwe rawistîn, ger em li benda wan bin ku pişta me bigirin. Kurd di tekoşîna me ya serfiraz ya li dijî DAIŞ"ê de li Sûrîyê alikar bûn. Bi tenê hiştina wan ku bimirin, şaşiyek mezin e."

Ji hejî bîr xistinê ye ku piştî peywendîya telefonî ya doh Yekşemê êvarî serok Trump li gel serokê Tirkiyê biryara vekişîna hêzên Amerîkî daye ji Sûriyê.

XS
SM
MD
LG