Leşkerê Amerîkî roja Çarşemê ragihand, ku wan êrîşek li başûrê Lîbya li nêzîk bajarê Merziq encam daye, di êrîşê de 11 kes hatine kuştin tê goman kirin ku çekdarên tûndrê bin yên girêdayî dewleta Îslamê DAIŞê, ev êrîşa duyane di hefteyekê de Amerîka li dij hin armancan li Lîbya pêk tîne.
Roja 19î Îlonê jî Amerîka êrîşek li Lîbya pêkanî bû, di encam de 8 kes hatbûn kuştin, ku tê texmînkirin kesên hatine kuştin kesên şîdetkar bin.
General William Gayler Serfermandarê Hêzên Amerîkî li Afrîqa got"Ev êrîşa esmanî bo jinav birina terorîstên DAIŞê ye, da ku nikarin êrişan li dij gelê Lîbya pêk bînin."
DAIŞê li herêmên leylana başûrê Lîbya hin bingeh ji xwe re çêkirine, piştî ku sala 2016an ji bajarê Misrate hatin derkirin.
Amerîka dixwaze rê nede çekdarên DAIŞê da ku car din xwe bihêz nekin li Lîbya. Herwiha da ku duberî û şerên di navbera hêzên Lîbya de heyî bo bihêz kirina xwe bikar neyînin.
Leşkerê Niştîmanî yê Lîbiya bi serokatîya Xelîfe Hefter meha Nîsana bûrî dest bi operasiyona ser Terablusê kir bû heta niha şerek dijwar dinavbera hêzên navxweyî yên Lîbya heye.