Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Kendavê Du Keştî Hatin Hingavtin Û Buhayê Petrolê Bilind Dibe


Du keştî li ava Kendava Oman ku enerjî bar kirbûn rastî êrîşan hatin û ziyanên madî gihane keştiyan, karmendê yek ji keştiyan bi sivikî birîndar bûye.

Hêzên Amerîkî li herêmê dan zanîn ku serê sibeya roja Pêncşemê ew hatine agehdar kirin ku êrîş li avên herêmî pêkhatine û hêzên wan tedbîrên xwe wergirtien û li hewara keştiyan çûne.

Hêza Amerîkî ya Pênc ya deryayî daxûyaniyek li ser bûyerê weşand û dibêje demjimêr 6:12 serê sibê li gor dema Behrên û ya din li demjimêr 7:00î sibê ew hatine agehdar kirin ku erîş pêkhatine. Keştîya Amerîkî (DDG 96 ya hêzên deryayî bo alîkariyê li hewara wan çûye.

Hêzên deryayî yên Îranê jî dibêjin hêzên wan li hewara keştiya çûne û 44 karmenên tîmên keştiyan rizgar kirine.

Kenalê Televizyona Îranê wêneyên yek ji keştiyên hatine hingaftin weşandîye, di dîmenan de tê diyar kirin ku dukel ji keştiyê derdikeve.

Li gel belavbûna nûçeya hingaftina keştiyan bihayê petrolê bi rêjeya 4% bilind bû, herwiha buhayê nefta xav li bazarên cîhanî gehişte 61.74 dolaran.

Li aliyek din berpirsekî wezareta berevaniya Amerîka gote kenalê "Al Hurra"yê Amerîkî, ku ji Virginia weşana bi zimanê Arabî dike, piştî êrîşên ser keştiyan îro sibê civîneke leşkerî li ser astê serfermandariya hêzên Navendî û serokatiya Erkanê pêkhatiye û rewşa Kendavê hatîye gotûbêj kirin.

XS
SM
MD
LG