Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pakistan: Di Danûstandinên Amerîka û Îranê de Pêşketin Heye

Dîmen ji danûstandinên meha borî di navbera Amerîka û Îranê de li Swîsrayê ye.
Dîmen ji danûstandinên meha borî di navbera Amerîka û Îranê de li Swîsrayê ye.

Wezareta Derve ya Pakistanê îro Pêncşemê ragihand ku li paytexta Qeterê Doha navbeynkarên Qeter û Pakistanê bi awayekî cuda ligel nûnerên Amerîka û Îranê hevdîtin kirin.

Wezaretê li ser platforma X'ê daxuyanîyek belav kir û got ku “di van hevdîtinên erênî de pêşketinên baş hatin bidestxistin.”

Wezareta Pakistanê herwiha diyar kir ku herdu alîyan li hev kir ku di rojên pêş de dîsa biaxivin.

Hatiye ragihandin ku civîna din dê piştî merasîma cenazeya rêberê berê yê Îranê, Elî Xamineyî, dê bê lidarxistin. Lê ti daxuyanîyên fermî derbarê vê yekê ji herdu alîyan ve derneketiye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG