Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington: Bandora Şerê Îsraîlê Û Filîstîyan li Ser Têkilîyên Tirkîyê Û Amerîka


Şer û pevçûnên Îsraîlê û Filîstiyan du hefteye dom dikin, tevgera Hamasê û grûpên din yên çekdar li kerta Gaza bajar û herêmên Îsraîlê mûşekbaran dikin heta niha zêdetirî 3000 mûşek avêtine Îaraîlê.

Hêzên esmanî û leşkerê Îsraîlê jî, kerta Gaza û ciyên ku mûşek lê tên avêtin bombe dikin û berpirsên Hamasê aramnc digirin, di êrîşên esmanî de avahî tên wêrankirin û sivîl jî tên kuştin.

Şerên ku niha di navbera Îsraîl û Fîlistiyna de, weke ew bixwe dibêjin, şerên herî dijawarin û ji yên sala 2019an û 2014an dijwartirin

Tirkiye û serokomarê wê Recep Tayip Erdogan, xwe weke aliyekê şer daye diyar kirin û bi zelalî piştevaniya Fîlistîniyan dikin û Îsraîlê weke "Terorîst"û "Kujerê zarokan"bi nav dike.

kani Xulam
kani Xulam

Herwiha berpirsên Tirkiyê, Amerîka û serokê Amerîka bi alîgiya Îsralê tawanbar dikin.

Di çarçova pevçûnên li Gaza daxuyaniyên hevdij weşandin û hevdû rexene û tawanbar dikin.

Roja Çarşemê Fahrettin Altun alîkarê Erdogan yê rojnamegeriyê di twîteke xwe de got "Daxuyaniya Amerîka ya derbarê gotinên serokê me Erdogan li dor tundûtûjiya Îsraîlê li dij sivîlên Fîlistînî qet nayên qebûl kirin."

Roja Sêşemê Wezareta Derve ya Amerîka jî, bi tundî Erdogan rexen kirbû, dema daxuyaniyên Erdogan weke "Dij-Cihûyan-Antî-Semitism" hatbûn dîtin, û hişyarî dabû Erdogan û berpirsên din yên Tirkiyê ku xwe ji daxuyaniyên gorkirina tundiyê dûr ragirin ku "Dê bibin sedema derketina tundûtûjîyên zêdetir."

Aloziyên Amerîka û Tirkiyê dê her hebin, jiber ku serokê Tirkiyê naxwaze xwe biguherîne
Kanî Xulam

Bo danûstandina bandora nakokiyên li rojhilata navîn û şerê Îsraîl û Fîlistînê li ser têkiliyên aloz yên Amerîka û Tirkiyê, bernama Hello Washington mêvandariya Kanî Xulam, Rêvebrê Tora Pêzanînên Kurd-Amerîka ji Washington û Dr. Abdullah Kiran, profesorê zanîngehê û şirovekarê siyasî ji Stenbul kir, wan nêrîn û şiroveyên xwe derbarê mijarê anîn ziman.

Pêşî rêzdar Kanî Xulam behsa têkiliyên aloz yên di navbera Amerîka û Tirkiyê de kir, bi taybet dema ku Joe Biden, wî çaxî Cîgirê Serokê Amerîka bo derbarê êrîşên grûpên çekdar bo ser Kobanê di dema xwe de wî gilî ji dostên xwe kirbûn bê ku navê Erdogan bîne.

Çi ji dest Îranê bihê li dij Îsraîlê dike bi riya Lubnanê û Hizbullahê alîkariyan digihîne Gazayê
Dr. Abdullah Kiran

Herwiha derbarê helwesta Erdogan, Kanî Xulam got "Aloziyên Amerîka û Tirkiyê dê her hebin, jiber ku serokê Tirkiyê naxwaze xwe biguherîne."

Kanî herwiha derbarê plana çaverê kirî ya hevdîtina Biden û Erdogan di meha Hezîranê de û bandora nakokiyên niha li ser wê hevdîtinê got "ًBiden û Erdogan 2 kesên ji hev cşûdane, Biden hez ji Erdogan nake, dê ti tiştekî zelal ji hevdîtina wan dernekeve."

Abdullah Kiran, Şirovekar û Mamostayê Zanîngehê
Abdullah Kiran, Şirovekar û Mamostayê Zanîngehê

Herwiha profesor Dr. Abdullah Kiran bal kişand ser rewşa niha ya Îsraîlê ku di rewşek bi zehmet daye û Îran û Tirkiye Filîstiniyan destek dikin, herwiha wî got "Erdogan jiber ku bûye aligir ewê nikare rola aştî û navginîyê bibîne."

Dîsan Kiran dibêje "Tirkiye yekemîn welatê misilmane ku dewleta Îsraîlê nas kirîye, destpêka AKPê jî têkliî bi Îsraîlê re xortbûn, û niha jî têkiliyên wê yên aborî bi Îsraîlê re xurtin, lê niha Tirkiye ji Îsraîlê re dibêje terorîst."

Kiran herwiha got"Çi ji dest Îranê jî bihê li dij Îsraîlê dike, bi riya Lubnanê û Hizbullahê alîkariyan digihîne Gazayê."

Hello Washington 21 05 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:14 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG