Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Rêberên Îranê Durû ne û Divê bi Tevahî Teslîm Bibin

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Duşemê ragihand ku rêberên Îranê “bêbawer û durû ne.”

Serok Trump li ser platforma Truth Social got ku Îran gotûbêjên ligel Amerîkayê red dike, her çend ku ev ne rast e û Îran bi xwe lava dike ku danûstandin çêbibin.

Serok Trump dibêje ku Îran îdîa dike ku kontrola Tengava Hormuzê di destê wan de ye, lê belê Hêza Deryayî ya Amerîkayê bi tevahî kontrola vê ava girîng dike.

Di daxuyanîya xwe de, Serok Trump hişyarîyeke tund da û got ku eger Amerîka destûrê nede, ti tişt nikare bikeve hundirê Îranê. Wî got ku Îran li pêşberî du rêyan e: an divê peymanekê bi me re îmze bike, an jî bi tevahî teslîm bibe.

Serok Trump destnîşan kir ku Îran qebûl bike an neke, em niha ji bo pirsgirêka ku wan bi dehan sal e çêkirîye çareserîyekê nîqaş dikin.

Wî tekez kir ku Îran ti carî nabe xwedîyê çeka navokî.

This item is part of
XS
SM
MD
LG