Serokê Amerîkayê Donald Trump, serokê 45emîn û 47emîn ê Amerîkayê, roja Yekşemê 14ê Hezîrana 2026an, ku bi Roja Alayê re hevdem e bû 80 salî, ku ev bone, di demekê de ye, Amerîka amadekariyên pîrozkirina salvegera 250emîn a serxwebûna welêt dike.
Donald J. Trump di 14ê Hezîrana 1946an de li Queens, New Yorkê ji dayik bû.
Trump li Akademiya Leşkerî ya New Yorkê û dû re jî li Dibistana Wharton a Zanîngeha Pennsylvania xwend. Di sala 1971an de, wî şîrketa mal û milkan a bavê xwe wergirt û navê wê kir Rêxistina Trump.
Di sala 1987an de, wî pirtûka xwe ya yekem, The Art of Dealing, weşand, dû re çend pirtûk û di sala 2004an de, wî bernameyek televîzyonê da destpêkirin.
Donald Trump bi dehsalan e ku bala rojname, kovar û hevpeyvînên televîzyonê dikişîne.
Yek ji xalên girîng ên hin hevpeyvînên Donald Trump ku bi salan e li ser Înternetê hene, girîngiya wî ya li ser dostaniyê û dilsoziyê ye. Serokê Amerîkayê di van hevpeyvînan de gelek caran pesnê dê û bavê xwe daye.
Trump di sala 2005an de bi Melanie Knauss ( Melanija Knavs) re zewicî. Encama vê zewacê kurekê wan bi navê, Barron heye. Serok her wiha çar zarokên din ji hevjînên berê hene: Donald Jr., Ivanka, Eric û Tiffany.
Donald Trump di sala 2016an de berbijarê serokatiyê yê Komarîyan bû, û di encamê de Wezîra Derve ya berê Hillary Clinton têk bir û bo Serokê Amerîkayê. Dirûşma helmeta wî "Amerîkayê Dîsa Mezin Bikîn" bû.
Helmeta hilbijartinê ya Trump bi berfirehî medyaya civakî, bi taybetî X, bikar anî da ku plan û pêşîniyên xwe yên siyasî rasterast ji raya giştî re ragihîne.
Di dema xwe ya yekem de, wî pêşnûmeyek reforma bacê îmze kir û çend rêziknameyên federal kêm kir.
Polîtîkayên wî yên bazirganiyê bacên li ser pola, aluminiyum û kelûpelên din dihewîne.
Rêveberiya wî her wiha peymanên bazirganiyê bi Keneda, Çîn, Meksîka, Japonya û Koreya Başûr re ji nû ve gotûbêj kir.
Wî her wiha gavên pir girîng û bi bandor di navxweya Amerîkayê de avêtine, di nav de destnîşankirina sê dadwerên Dadgeha Bilind û zêdetirî 200 dadwerên federal, zêdekirina budceya leşkerî, tundkirina kontrolên sînor û koçberiyê, reformkirina sîstema dadweriya cezayî, û hewldana kêmkirina bihayên dermanan.
Di siyaseta derve de, yek ji erkên herî girîng ên rêveberiya Trump ew bû ku balyozxaneya Amerîkayê li Îsraîlê ji Tel Avîvê veguhezîne Orşelîmê û bigihîje rêkeftinekê ji bo normalîzekirina têkiliyên di navbera Îsraîl û çend welatên Ereb de.
Trump di sala 2018an de bi rêberê Koreya Bakur Kim Jong-un re jî civiya, ev yekem civîna di navbera serokekî Amerîkayê û rêberê Koreya Bakur de bû.
Dema duyemîn a Trump piştî serketina di hilbijartinên 2024an de li dijî Kamala Harris serkeftin bidest xist. Ew bi 312 dengên (Electoral College), bû yekem serokê Amerîkayê ku di du xûlên ne li pey hev bbie serokê Amerîkayê.
Di xûla xwe ya yekem de, Trump ji peymana navokî ya bi Komara Îslamî ya Îranê re vekişiya, bi helmeta "zexta herî zêde" li ser Komara Îslamî ferz kir û fermandarê Hêza Qudsê ya Pasdarên Şoreşê Qasim Silêmanî ji holê rakir.
Di xûla xwe ya duyem de, Donald Trump di heman demê de bi şerê 12 rojî yê Îsraîlê re ferman da êrîşek li ser bingehên navokî yên Îranê dest pê bike. Piştre, di operasyoneke din a hevbeş de bi Îsraîlê re li dijî Komara Îslamî, wî rêberê berê Elî Xamineyî û gelek berpirsên leşkerî yên payebilind û berpirsên rejîma Îranê ji holê rakirin, bi armanca ku zextê li rejîmê bike ku bernameya xwe ya navokî gotûbêj bike.
Serok Trump gelek caran gotiye ku armanca wî ew e ku pêşî li Îranê bigire ku çekên navokî bi dest nexe, û di hefteyên dawî de wî gelek caran behsa pêwîstiya danûstandinan bi Komara Îslamî re kirîye û bijardeya çalakiya leşkerî ji her dem di peyamên wî yên li hember Îranê cih girtîye.
Heta roja 14ê hezîranê di peyamek taybet de serok Trump rêkeftina bi Îranê re ragihand û got ku rêkeftina bi Komara Îslamî ya Îranê re dê aştî û ewlehîyê bşne hemş herêmê..
Rojbûna 80 salî ya Donald Trump di demekê de tê ku ji bo pîrozbahiyek dîrokî amade dibe. Di 4ê Tîrmeha 2026an de, Amerîka dê salvegera 250 salî ya serxwebûna xwe pîroz bike.
Hikûmeta Amerîkayê ji bo vê bûyerê hejmarek bername amade kirine, di nav de merasîmên fermî li Washingtonê, pêşangehên dîrokî, çalakiyên çandî, bernameyên perwerdeyî, performans û pîrozbahiyên herêmî li seranserê welêt.
Trump gelek caran salvegera serxwebûnê wekî "Amerîka 250" bi nav kiriye û gotiye ku bername armanc dikin ku dîrok, rêz li nirx û destkeftiyên Amerîkayê were girtin.
Serokê Amerîkayê roja Yekşemê li baxçeyê başûrê Koşka Spî çalakiyek werzîşî ya bêhempa li dar xist (UFC Freedom 250), yekem çalakiya hunerên şer û zoranbazîyê yên asta bilind e, ku li Koşka Spî tê lidarxistin.
Di dema çalakiyê de, sehnekk heştgoşeyî, ku taybete ji bo çalakîya zoranbazîya UFC, bi demkî li beşa başûrê Koşka Spî hate sazkirin û bi hezaran mêvan hatin vexwendin ku li lîstikan temaşe bikin.î
Di rojbûna xwe ya 80an de, Serok Donald Trump her wiha gihiştina peymaneke pêşîn a mezin bi Komara Îslamî ya Îranê re ragihand.