Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Sêşemê got ku ew ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy axivîye.
Serok Trump li dema hevdîtina xwe ya ligel Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan de li civîna NATO'yê ya li Enqerê got: "Min bi Serok Putin re axaftineke pir baş kir."
Trump herwiha got ku piştî ew bi Putin re axivî, yekser ligel Serok Zelenskyy jî axivî: "Ez bawer dikim ku herdu alî jî peymanekê dixwazin. Ez difikirim ku emê vê pirsgirêkê çareser bikin, bi hêvîya ku di demeke nêzîk de be."
Tê çaverêkirin ku Trump û Zelenskyy roja Çarşemê li kêleka civînên NATO'yê bicivin.
Zelenskyy îro Sêşemê got ku ji bo parastina li dijî mûşek û dronên Rûsyayê, Ukrayna pir hewcedarî sîstema berevanîya esmânî ye û ewê li civîna NATOyê li ser vê mijarê biaxive.
Roja Duşemê, Rûsyayê bi mûşek û dronan êrîşî paytexta Ukraynayê kir. Di wê êrîşê de herî kêm 22 kes hatin kuştin û gelek avahîyan li Kîevê ziyan dîtin.