Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy Serdana Brîtanyayê Kir û Tê Amerîkayê

Çep: Serokwezîrê Brîtanyayê Andy Burnham, Rast: Serokê Ukraynayê Volodymye Zelenskyy
Çep: Serokwezîrê Brîtanyayê Andy Burnham, Rast: Serokê Ukraynayê Volodymye Zelenskyy

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy îro Duşemê çû Brîtanyayê û ligel Serokwezîrê nû Andy Burnham civîya, berî ku sibe roja Sêşemê ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump bicive li Washingtonê bicive.

Karbidestekî Koşka Sipî roja Înê ragihand ku Zelenskyy dê roja Sêşemê bê Amerîkayê ji bo hevdîtina ligel Serok Trump ku tê de herdu serok dê li ser hewldanên dawîanîna şer di navbera Ukrayna û Rûsyayê de biaxivin.

Zelenskyy û Burnham li baregeheke deryayî civîyan da ku li ser pêşveçûna rahênanên Brîtanyayê bo hêzên çekdar ên Ukraynayê biaxivin. Wan herwiha ligel zêdetirî 200 leşker û deryavanên li wir jî hevdîtin kir.

Berî serdanê, Burnham di daxuyanîyekê de got: "Brîtanya mil bi mil ligel Ukraynayê ye û piştgirîya me kêm nabe."

Wî herwiha got: "Divê Rûsya qet ji biryara me guman neke. Em dest jê bernadin heta ku aştî ji bo Ukraynayê çênebe."

This item is part of
XS
SM
MD
LG