Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CDC Banga Amadekariyên Belavkirina Vaksîna COVID-19 li Eyaletan Dike


A volunteer is injected with the coronavirus vaccine as part of an Imperial College vaccine trial, at a clinic in London, Aug. 5, 2020.
A volunteer is injected with the coronavirus vaccine as part of an Imperial College vaccine trial, at a clinic in London, Aug. 5, 2020.

Navenda Kontrolkirin û Pêşîlêgirtina Nexweşiyan (CDC) dibêje eyaletan ku di dawiya meha 10 da jibo belavkirina derzîya COVID-19ê di amade bin.

Li gorî belgeyên ku ji alîyê ajansê ve hatine weşandin, Navenda Kontrolkirin û Pêşîlêgirtina Nexweşiyan ya Welatên Yekgirtî yên Amerîka (CDC) ji karbidestên tenduristiya giştî ya eyaletan xwestiye ku amade bibin jibo belavkirina derzîya vîrusa koronayê bo komên rîska wan bilind di dawîya meha 10 da.

Dema wê girîngîyek sîyasî heye jiber cardî hilbijartina Serokê Amerîka Donald Trump di 3yê meha Mijdarê ku dê ligel rikeberê xwe yê Demokrat Joe Biden bike di pêbirêka serkeftina hilbijartinên serokatiyê.

Dewletê piştî ku bi mîlyar dolar djibo peydakirina derzîya dijî COVID-19ê amade kirin ku wê nexweşîyê heta niha pirtirî 185,000 mirov li Welatên Yekgirtî yên Amerîka kûştin.

Pisporê payebilind Amerîkî yê nexweşîyên vegir, Anthony Fauci roja Pêncşemê got, amedekirina derziyekê di dawîya meha 10 da pêkan e belê ew pişta xwe bi wê ve nagirêde.

Peyvdareka ajansê gote Reutersê ku CDCyê fikrên planszîyê jibo eyeletan dabîn kiriye jiber ku ew li ser planên taybet dixebitin jibo belavkirina derzîyê li eyaletan û di nav wan planan da hebûna derzîyek sînordar pêkan e di meha 10 û meha 11 da.

XS
SM
MD
LG