Civata Senatoran roja Pêncşemê 50-48 deng dan daku rêkeftinek jibo dirêjkirina desthilata deynkirinê ya hukûmetê heta serê Kanûnê derbas bike.
Rêberê Piraniya Senatoyê Chuck Schumer piştî danûstandinên digel rêberê Komarîyan Mitch McConnell, peyman li Senatoyê ragihand.
"Komarîyan lîstikek partîzanî ya xeternak leyîst û ez kêfxweş im ku astenga wan serkeftî nebû," Schumer piştî dengdanê got.
Pêşnûme niha diçe Civata Nûneran. Dema ku li vê derê derbas dibe, jibo îmzeyê dê biçe ber destê serokî.