Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Biryara Sêdaredana Bijîşkê Derûnî yê Berê yê Artêşa Amerîkayê Pejirand

Nîdal Hesen
Nîdal Hesen

Wezareta Cengê ya Amerîkayê ragihand ku Serok Donald Trump biryara sêdaredana bi teqekirinê ya bijîşkekî derûnî yê berê yê arteşa Amerîkayê pejirandîye.

Bijîşkê bi navê Nîdal Hesen di sala 2009’an de di êrîşeke çekdarî de li bingeha Fort Hood li wîyaleta Teksasê 13 kes kuştin.

Berdevkê Wezareta Cengê Sean Parnell Duşemê li ser platforma X’ê ragihand ku darvekirina endamê berê yê artêşê bi teqekirinê dê were kirin. Ev biryar li ser daxwaza Wezîrê Cengê Pete Hegseth û bi erêkirina Serok Trump hatîye standin.

Parnell da zanîn ku Hesen di wê êrîşê de bi gotina "Allahu Ekber," 12 leşkerên bêçek û leşkerekî xanenşîn kuştîn û 32 kesên din jî birîndar kirin.

Wî herwiha got ku Wezîrê Artêşa Amerîkayê dê dem û cîhê darvekirinê diyar bike. Parnell got "Di dawîyê de, roja dadperwerîyê bo Hesen hat."

Darvekirina bi gulebaranê yek ji wan awayên sêdarê ye ku vê dawîyê rêveberîya Trump, ligel kursîya elektrîkê û kuştina bi gazê, li lîsteya awayên qanûnî yên darvekirinê zêde kirîye bo wan kesên ku sûcên herî giran ên federalî dikin.

Piştî ku dadgeha leşkerî di Tebaxa sala 2013’an de Hesen bi 45 tawanên kuştina bi zanebûn gunehbar kir, cezayê darvekirinê li ser wî hat birîn.

Gulebarankirina leşkerî di dîrokê de kêm çêbûye. Li gor qanûna leşkerî, heta ku serokê welat biryarê pesend neke, ti cezayên darvekirinê yên ku ji alîye dadgeha leşkerî ve hatine dayîn nayên cîbicîkirin.

Eger Nîdal Hesen were sêdaredan, ew dê bibe yekemîn sêdaredana leşkerî ji sala 1961’ê ve.

This item is part of
XS
SM
MD
LG