Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Austin Dibêje Ew bi Çînê re Peywendîyeke Aram û Avaker Dixwazin


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin îro Sêşemê di serdana xwe ya li Sîngapurê de ragihand ku ew bi biryarên ku bi Çînê re peywendîyek erenî ava bikin.

Austin nêzîkbûna xwe ya peywendîyên bi Pekînê re dest nîşan kir û got ku ew dixwazin li ser dijwarîyên hevpar bixebitin.

"Ez pabend im ku bi Çînê re peywendîyeke avaker, aram bidomînim, tevî danûstandinên xurttir yên ser krîzê bi Artêşa Rizgariya Gel," Austin got.

Austin bi berdewamî da zanîn ku gava ku berjewendîyên Amerîka were tehdît kirin ewê bêdeng nemîn. Lê, ew li pevçûnê nagerin.

"Pêwîste ku hêzên mezin şefafîyê û danûstendinê bikin model," Austin got.

Austin ji dema Rêbendanê de, wek wezîrê berevanîyê destpê kiriye vir ve, tevî hewildanên dubare heya niha bi ti karbidestekî payebilind yê Çînî re, nikariye biaxife.

Dîplomatek payebilind yê Çînî roja Duşemê ser gotûbêjên astê bilind yên bi Amerîka re, yên ku kêm caran pêk tên de, şîroveyên tund kir.

Wî Amerîka jibo ku bala xwe ji pirsgirêkên navxweyî dûr bixe û Çînê tepeser bike, bi afirandina Çînê wek "dijminekî xeyalî" tawanbar kir.

Austin plan dike di vê hefteyê de serdana Vîetnam û Fîlîpînê bike da ku girîngîya hevalbendîyan, destnîşan bike.

Cigirê wezîrê karên derve Wendy Sherman jî roja Yekşemê jibo hevdîtinên rûbirû, çûbû bajarê Tianjin ya bakurê Çînê.

XS
SM
MD
LG