Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Vîzayên Hin Xwendekar û Lêkolînerên Çînî Pûç Dike


Alên Çîn û Amerîka
Alên Çîn û Amerîka

Berpirsê Wezareta Ewlehîya Navxweyî Amerîka yê li ser kar, Chad Wolf îro Çarşemê ragihand ku Amerîka vîzayên hinek xwendekar û lêkolînerên Çînî betal dike.

Wî got ku armanca wê biryarê ev e ku pêşî pêşî li dizîna pêzanînên lêkolînên hesas bigire.

Wolf tawanên Amerîka tevî hewildanên dizîna lêkolîna ser vîrusa korona yên di derbarê kiryarên neheq yên karsazîyê û sîxurîya pîşesaziyê ya ji hêla Çînê ve dubare kir.

Wî herwiha Çîn bi armanca têkbirina akademîya Amerîkî, îstîsmarkirina vîzayên xwendekaran sûcdar kir.

"Em vîzayên hin xwendekar û lêkolînerên Çînî yên ku bi stratejîya artêşa Çînê ve girêdayî ne betal û qedexe dikin da ku pêşî li dizî û hilberên lêkolînên hesas bigirin,"Wolf got.

Wî herwiha ragihand ku Amerîka pêşî li berhemên ku ji keda koleyan têne hilberandin digire da ku nekeve bazarên bazirên wan. Wî ji Çînê xwest ku rezdarîyê jibo serbilindîya zikmakî ya mirovan nîşan bide.

Hejayê balkiûandinê ye ku daxwaza Wolf ya derbarê binpêkirinên gumanbar yên Misilmanên li herêma Sincanê ya Çînê referanseke eşkere ye, lê Wolf ti hûrgulîya din neda.

XS
SM
MD
LG