Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amerîka Piştî 17 Salan Cara Yekê Cezayekê Îdamkirinê Bicîh Hat


Daniel Lewis
Daniel Lewis

Li Amerîka hikûmeta federal îro Sêşemê, piştî 17 salan cara yekê cezayekê îdamkirinê bicîh anî. Kujerê bi navê Daniel Lewis Lee bi biryara Dadgeha Bilind ya Amerîka, li avahalîyekê ya li eyaleta Indiana serê sibehê hat îdam kirin.

Cezaya Lee li bi rêya derzîkirina jahrîn li Sazîya Terorê ya Federal ya li Terre Haute hate bicîhanîn, ku ev cîh girtîgehek ewle ya navîn e û ji hêla Buroya Girtîgehên Federal ve tê rêvebirin.

Ev di asta federal de, ji 2003-an vir ve, pêkanîna cezaya yekê ya îdamkirinê ye.

Nêzîkî şeş demjimêran berê, Dadgeha Bilind ya Amerîka ku dabeşkirî biryar da ku Wezareta Dadê dikare biryara bicîhanîna cezayên îdamkirinê bide. Bi vê yekê, pêşî li serledana Dadgeha Bilind ya Temyîzê (Yargitay) wergirt ku heman Dadgeh bi fermanek di daqîqa dawî de roja Duşemiyê mirina Lee dabû sekinandin.

XS
SM
MD
LG