Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ambargoya Netewên Yekbûyî ya Çekan li Dijî Îranê Tê Rakirin


Arşîv: Mûşekek keşfê ya Îranê
Arşîv: Mûşekek keşfê ya Îranê

Tevî nerazîbûnên tûnd yên Amerîka, li dijî hilandina ambargoya çekan ya Konseya Civata Ewlehîya Neteweyên Yekbûyî ya ji 2007'an ya dijî Îranê ragihand bû, îro Yekşemê tê rakirin.

Li gor bidawîbûna biryara navnetewî û sernegirtina hewildanên Amerîka, ji îro pê ve, Îran dikare çekên teqlîdî(konvansîyel) bikire an jî wan bifroşe.

Wezareta Karên Derve ya Îranê di derbarê mijarê da, bi rêka medya dewletê daxuyanîyek weşand û got, ku nêrîna berevanîya Îranê li ser bingeha bawerîya wê ya xurt bi gelê xwe û çiyanên xwe yê navxweyî hatiye ava kirin.

" bawermendiya beravanîya Îranê bingeha hêza xwe ji gel û şiyanên navxweyî digire, ciyê şekên ne teqlîdî - Konvenşnal, çekên wêrankariya gelemperî û kirîna çekên ne teqlîdî bin di bawermendiya berevaniya Îranê da cih nagirin." di daxuyanîyê de hat gotin.

Iranê jiber ambargoya çekan ya dijî vî welatî di nav salan de, pîşesaziya xwe ya ç؛kirina çekan gelek bi pêşkeftî tomar kiriye.

Hevdem, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mohammad Javad Zarîf di derbarê rakirina ambargoya çekan da, li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek parve kir û got "Normalbûna hevkarîya berevanîya Îranê ya digel cîhanê ya îro di warê pirdengî aştî û ewlehiyê li herema me destkeftiyek e."

Ambargoya çekan ya ku bi biryara Neteweyên Yekbûyî di 2007'an de, li ser Îranê hatibû ragihandin, li gor peymana navokî ya ku di sala 2015'an de hat îmzekirin, ji îro ve bi dawî bû.

Aliyên peymana navokî Îran, Rûsya, Çîn, Almanya, Brîtanya, Fransa û Amerîka bûn. Lê, Serok Donald Trump bi biryarek yekalî, di sala 2018'an de, Amerîka ji peymana navokî ya bi Îranê re vekişandbû.

Di çarçova peymanê de wan welatan aramnc digirin yên ku, di berdêla alîkarîya sivikkirina sizayên aborî de, pêşî li Tehran were girtin da ku çekên navokî çê neke.

Lê, alozîyên di navbera Washington û Tehranê da, ji dema vekşina Amerîka ya ji peymanê vir ve her diçe zêde dibe.

Piştî ku konseya Civata Ewlehîya N.Y. peşnîyara Amerîka ya berfirehkirina amborgoya çekan ya ser Îranê red kir, rêvebirîya Trump jibo jinûve ragihandina tevahîya toleyên Neteweyên Yekbûyî dest bi pêvajoyeke zextan kir.

Herwiha piştî destpêka Amerîka ya van hewldanan, Wezîrê Karên Derve Amerîka Mike Pompeo Rûsya û Çîn hişyar kir ku ev daxwaza Washington, paşguh nekin.

Dema ku ji Pompeo hat pirsîn ku gelo heke Rusya û Çîn, piştvanîya bo jinûve ragihandina tevahîya toleyên Neteweyên Yekbûyî yên ser Îranê, qabûl bekin, dê Amerîka van welatan armanc bike, wî got ku "bê guman."

"Me jîxwe heya niha ev kir. Dema ku welateke ambargoyên heyî yên Amerîkayê binpê bike , em wan wek berpirsiyar dibînin. Emê di derbarê ambargoyên Civata Ewlehîya NY de jî heman tiştî bikin." Pompeo got.

Îran li hember dorpêç û ambargoyên navneteweyî ku welat derkirîna gelek çekan qedexe dike, pîşesaziyek mezin ya çekan ya navxweyî pêşve xist .

Pisporên leşkerî yên rojavayî dibêjin ku Îran bi gelemperî şîyanên xweyên çekan mezin dike û herwiha fikarên di derheqê bernameya mûşekên balîstîk ya wî welatî da bûye sedem ku Washington ji peymana navokî vekişe.

XS
SM
MD
LG