Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Morgan Ortagus li ser Twitterê bersîva axaftina serokê Îranê Hesen Ruhanî ya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (UNGA) da.
Ortagus got xwezî Îran, wek Ruhanî di Civata Giştî de got piştgirîya aştî bikira û dijî terorê şer bikira.
“Rejîma Îranê, ji sala 2012’an vir ve jibo komên bin kontrola xwe û hevbendên xwe pirtir ji16 mîlyar dolaran xerc kirin. Divê ew pereyên ku ji gelê Îranê hatine dizîn, jibo gelê Îranê bihatana xerc kirin.”
Ortagus rexne li Ruhanê kir ku Îranê dest ji sîyaseta xurtkirina hêza xwe ya herêmî bernedaye.
“Ger wek Ruhanî îdia kiriye, Îranê dawî li sîyaseta xwe bianîya, çima hêzên wê ji Îraqê dernakevin û çima Îran bi rêya Hîzbullahê, dawî li maytekirina xwe ya karên navxweyî ya Lubnanê nayîne.”
Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo jî gotibû ku ewê di demên pêş de givaştinên ser Îranê zêdetir bikin û dijî Îranê toleyên nû yên berfireh ragihînin.
Wî gotibû ku Amerîka bo dîyalog û dîplomasîya bi Îranê re vekirî ne û heta ew bersîvê didin ewê givaştinên xwe bidomînin.
Serokê Amerîka Donald Trump jî roja Sêşemê di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de Îranê wek yek ji gefên mezin yên ewlehîya cîhanê bi nav kiribû û bang li cîhanê kiribû ku hember Îranê gavên bi bandor bavêje.
Trump gotibû ku divê rêberên Îranê berjewendîyên gelê Îranê bidin pêş û deb ji sîyaseta gefkar berde.
"Divê ti dewlet alîkarîya xwînxwazîya Îranê neke. Heya ku kiryarên tehdîtkar yên Îranê berdewam dike, toleyên ser wî welatî wê neyên rakirin, lê dê werin tund kirin.”
Serokê Îranê Ruhanî di axaftina Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de gotibû ku Amerîka nikare wan mecbûrî danûstandinê yan jî şer bike.
Wî îdia kiribû ku Amerîkî dixwazin Îranê di hilbijartina seroktîyê de wek mijareke bazirganîyê bi kar bînin.
Hejayê bîrxistinê ye ku alozîyên di navbera Amerîka û Îranê de piştî ku serok Trump Amerîka ji peymana novakî ya navneteweyî ku kiryarên navokî sînordar dikir, vekişand û bi jinûve ragihandina toleyên ku aborîya Komara Îslamî xirabtir dike, zêdetir dibe.
Tehran red dike ku heta toleyên dijî wê werin rakirin, danûstandinan bi Washingtonê re bike.