Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Amerîkî : Tê Bawer Kirin Îran Pişt Êrîşa Dronî ya Dijî Tanfê Ye


Leşkerên Amerîkî li Bingeha Tanfê ya li başûrê Sûrîyê
Leşkerên Amerîkî li Bingeha Tanfê ya li başûrê Sûrîyê

Du karbidestên Amerîkî ji Dengê Amerîka re ragihand ku, tê bawer kirin ku Îran li pişt êrîşa dronî ya dijî bingeha leşkerî ya el-Tanf ya Amerîka ya li başûrê Sûrîyê ye.

Êrîşa dijî bingeha Tanfê hefteya borî pek hatibû.

Karbidestên ku nexwestin navê xwe eşkere bikin, gotin ku di êrîşê de 5 dronên Îranê hatine bikaranîn, lê ew ji Îranê nehatine avêtin.

Di êrîşê de dronên bi teqemenî hatibûn karanîn û di encamê de zarar gehişt avahîyan, lê ti kuştî û birîndar çênebûn.

Berdevikê Pentagonê John Kirby red kir ku navêkî bibêje dema ku Dengê Amerîka jê pirsî ka kî berpirsê êrîşê ye.

Hêzên Amerîkî û yên navneteweyî li Tanfê welatîyên Sûrîyê hemberî çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ), perwerde dikin.

Bingeha Tanf li ser rêyeke sereke ye ku Bexdayê bi Şamê re girêdide, nêzî cihê ku sînorên Urdun, Îraq û Sûriyê digihêje hev.

Karbidestên Amerîkî dibêjin ku Îran dikare vê rêyê bikar bîne da ku "pira bejayî" ya berdewam ji Tehranê berbi Deryaya Sipî ava bike.

XS
SM
MD
LG