Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dijî Îranê Cezayên Nû Radigihîne


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo îro Pêncşemê got ku ewê jiber rola wan ya eciqandin û serkutkirina xwepêşandanên aştîyane, dayîna vîzeyan ji karbidestan Îranê re sînordan bikin.

“Em dayîna vîzeyan ji karbidest û kesên Îranî re sînordar dikin ku rola wan di lêdan, desteserkirin û kuştina xwepêşanderên aştîxwaz de heye,”Pompeo got.

Wî herwiha da zanîn ku du dadwerên Îranî jî ketine lîsta reş ya toleyan jiber ku wan hemwelatîyên Îranî û yên welatên din bi awayekî nerewa ceza kirine.

“Dadwer Abûlgasim Salavatî hemwelatîyê Amerîkî Xiyue Wang, bi edema sîxurîyê bi 10 zindanê ceza kiribû. Em dilgeş in ku me karîbû Xiyue azad bikiran, lê divêbû ew qet nehata zindan kirin,” Pompeo got.

Wezareta Xezîne ya Amerîka herwiha dadwer Mihemed Moghisseh jî xist lîsta toleyan, bi sedema ku wî cezayên giran li rojnamevanan û karînerên înternetê birîne.

XS
SM
MD
LG